Bûyerpress
Dîwana “Leylan” ku di destpêka 2018’ê de ronahî dît û ket nava destên xwendekaran, a nivîskar Îmad Hemdî ye.
Ev dîwana helbestan, di nava xwe de bi dehan ji helbestên evînî vedihewîne.
Bi awayekî kêşesaz û biritim, nivîskarê dîwanê hem evîna xwe, hem jî janên xwe vedibêje.
Îmad Hemdî ku danerê dîwanê ye, ji beriya aniha du zarokên wî di deryaya Îcayê de binav bûn û jiyana xwe ji dest da.
Herî dawî jî keça wî ya 6salî ku bi navê Leylan bû, di teqîna Qamişlo ya 2016’ê de jiyana xwe ji dest da; ji vê yekê dîwan bi navê Leylan hat çapkirin.
Ne tenê wisa, lê di heman teqînê de lawê Îmad Hemdî bi giranî birîndar bû û hetanî niha pêwîstiya wî bi îlac û dermankirinê heye.
Îcar nivîskar Îmad Hemdî dibêje: “Ji beriya aniha min biryar dabû ku piştî sersala 2018’ê ez ê niştergeriya lawê xwe çêbikim, da ku sîxên di lingên wî de bên derxistin”.
Hemdî dewam dike:
“Hat bîra min ku di teqîna Qamişlo de 2 destxetên min winda çûn; ji vê yekê min got ez ê bi pereyên niştergeriya lawê xwe, dîwana “Leylan” çap bikim û niştergeriya lêwik, ji bo demsala havînê li paş bixim”.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 72′yê de hatiye weşandin. 2018.1.15