Bûyerpress
Dildar Şeko
Bi destûra xwendewaran dixwazim bi pêgotiyeke Kurdî dest bi nivîsîna xwe bikim.
Ji hêştirê pirsîne: Kû dera te xwar e?
Hêştirê jî gotiye: Ma kû dera min li kar e!..
Ji berê de wisa ye, her ku Gelê Kurd daxwaza mafê xwe yê sruştî kiriye, ji aliyê mêtingeran ve bi `Xiyanet`ê hatiye tawanbarkirin.
Her ku Gelê Kurd, ji bo mafê xwe yê rewa bi çalakiyan rabûye û radibe, ji aliyê heman mêtingeran ve wekî terorîst hatiye binavkirin û bi şêweyên xwe yên herî durindane bersiva daxwazên Gelê Kurd yên sruştî û rewa dane.
Ev tektîkên kirêt ên mêtingeran ku li dijî Neteweyê Kurd bi salan e didomin, bi demê re rengê xwe yê stratejîk wergirtine û di hemî gavan de, ji aliyê van mêtingeran ve, di her halûkarî de dihêne bikaranîn û di dawiya dawî de rejîma Be’esa Erebî ya Sûrî jî, bi şêweyekî dûr ji sincê berpirsiyê xwe bi masîkî avêjte nav vê korsa bêbextiyê.
Ev tektîk, an jî ev stratejî, radispêre ku nîşana revê ye ji nasîn û herêkirina mafê rewa yê Gelê Kurd û diyardeya tirsê ye ji pêşdeçûn û serkeftinên misoger ên Bizava Azadîxwaz a Gelê Kurd e.
Ev rejîma Be’es a mafyawarî ku îro ji hev tarûmar bûye, bi dirêjahiya desthilatdariya xwe ya bêhtir ji 50 salan, bêyî ku li ser bingeheke yasayî arîşeyên li welêt çareser bike, îro jî, li şûna ku ji arîşeyên heyî re çareseriyekê bidoze, yan biafirîne û di berjewendiya welat û welatiyan de aramiyê dabîn bike, bi armanca alozkirina rewşê û kûrkirina nakokiyan di navbera gelan de, bi gotinên çors wekû Kurd xayîn in, di astê herî bilind de zimanê xwe yê çepel dirêjî xebat û pîroziyên Neteweyê Kurd dike.
Baş e, di van heft salan de, ango ji 2011’ê ve û hetanî îro, ma çi ma ku li vî welatê bi navê “Sûrî” rûneda? Cîhan tev dizane ku ev serê heft salan e li vî welatî bajarek, navçeyek û gundek nema ku bi ber şepa hêrişên durindane (tevlî rejîmê) yên tundrew û terorîstan nebû.
Kevir li ser kevir nema.
Bi sedhezaran kesên bêguneh bi destên rejîma Be’es û tundrewan hatin kuştin.
Bi milyonan welatî derbider û penaber bûn.
Tenê Bakûrê Sûrî, di encama xebat û gorîdanên Gelê Kurd de zînde ma, li ser xwe ma!..
Heger rejîma Be’esê berpirsiya xwe zanîbaya, heger piçek welatperwerî pê re hebaya dê bihata Bakûrê Sûrî war bi war bigeryaya û destên dayîkên şehîdan biramîsana û malavayiya Gelê Kurd bikira.
Lê ne ew çanda welatperweriyê, ne jî ew nirxên mirovahiyê bi vê rejîma mafyawarî re heye ku bi kiryareke wisa mirovane rabe..
Wekû derencama van heft salên rabûrî dixwazim wê pêgotiya Kurdî ya destpêka vê nivîsê arasteyî rejîma xwînrêj ya Be`esiyan bikim.
Gelî Be`esiyan, gelo kû derê we xwar e!?
REFLEKS YAN JÎ BERSIVDAYÎN
Vêca.
Li hember zimandirêjiyên wisa nepirsane yên neyar û çavnebaran, divêt refleksa bersivdayînê çawa be?
Berî her tiştî, ji aliyê deverên peywendîdar ve divêt baş bihête zanîn ku bersivdayîna tevaya nerêniyan di avadankirina welat û civakê re derbas dibe. Wisa bi refleksên tund, bi fort û gefxwarinên ziwa û dûr ji hişmendiya parastina destkeftiyan û di astê herî bilind de bersivdayîn, ne karekî şarezane ye.
Doza netewî ya gelê Kurd mezin bûye û rengê xwe yê nêvdewletî wergirtiye. Ev yek jî, ji bo tevaya partî, rêxistin, rewşenbîr û kesatiyên ku bi dozê ve peywendîdar in, peyameke xurt e da di zûtirîn dem de helûmercan bi hev re binirxînin û ji bo çareseriya arîşeyên navxweyî, ji bo parastin û berfirehkirina berjewendiyên niştîmanî û ji bo berhingarîbûna hemî şêwe-hêrişên nerewa yên neyaran, bikarin biryarên mayînde bidin.
Ji bo em bikarin bi karekî wisa berfireh û di berjewendiya niştîmanî de rabin, ji her kesî û bi taybetî jî ji deverên peywendîdar fedakariyeke mezin a berbiçav û avêjtina hindek pêngavên bêdudilî tê xwestin.
Nimûne:
1- Ev Rêveberiya Rojava ya ku di helûmercên zor awarte de hate damezrandin, ji ber berfirehbûna kar û daxwaziyan êdî ne di astê bersivdayîna zeman û mekan de ye.
2- Li şûna vê Rêveberiya îroyîn, divê desthelateke xurt û berfireh ku hemî alî xwe di wê de bibînin, di zûtirîn dem de bihête damezrandin.
3- Desthilata Başûr a ku demeke dirêj e li kar e û nekariye di berjewendiya giştî de pêngavên erênî bihavêje , pêdiviya wê bi têgehiştinê heye ku êdî bi vê rewşa xwe ya îroyîn dê nikaribe bi karekî erênî rabe û heger li ser vê bêbakîya xwe berdewam be, dê li Başûrê welêt rewş ber bi aloziyeke nediyar ve biçe û ev yek jî dê bibe sedema jidestçûna gelek destkeftiyên niştîmanî.
4- Ji bo avadankirina Başûr û Rojava, Ji bo aşînabûna Kurdan a xwe bi xwe û ji bo danandina bingeha konfederasyoneke Kurdî ya di paşerojê de, pêdivî ye derwazgeha Sêmalka-Pêşabûrê yekser vebe û rê li ber bazarganî, çûn û hatina navxweyî vebe.
Bi salana e, sererayî siyaseta rêgirî û astengkirina hevdîtina Kurdan ji aliyê dijminan ve, Kurd ji hev dûr neketin û hev ji bîr nekirin. Belê îro, li gel ku du herêmên Kurdî li jêr kontrola desthilatdariyên Kurdan de ne jî, hevdîtina Kurdan yekcar sext bûye û rojane tûşî reftarên nerewa yên asayîşa her du aliyan dibin.
Baş e, berjewendiyeke çawa ya niştîmanî di vê rêgiriyê de heye?
Heger di kiryareke wisa de berjewendiya niştîmanî tune be, ev kiryar di berjewendiya kê de ye û ji bo çi ev kiryar heta bi îro jî didome?
Wek li silal jî min anî zimên; bersivdayîna neyar û nankoran û parastina destkeftiyan di avadankirina welat û civaka Kurdî re derbas dibe. Avadankirina welat û ya civaka Kurdî jî di xurtkirina bazara niştîmanî re derbas dibe.
Bihêlin bila Gwîzên Hewreman û Sêvên Berweriya li Rojava; Genim, nîsk û nokên Cizîrê, zeyt û zeytûnên Efrînê jî li Başûr govenda xwe ya Reşbelek bigêrin.
Ev yek ziyanê nagihîne siyaseta her du rêveberiyan, berovajî vê yekê wan xurttir dike û hestê hevpar ê niştimanî geştir dike.
Tiştên ji deverên Kurdî yên peywendîdar bi lez tê xwestin ev in. Helûmercên siyasî yên nêvdewletî û yên herêmî îro vê yekê li ser Kurdan ferz dike.
Nabe ev delîveya ku îro em tê re derbas dibin ji dest biçe.
Divêt ji aliyê deverên berpirs ve ev helûmerc bi duristî bihêne xwendin, bihêne nirxandin û di berjewendiya giştî de bihêne bikaranîn.
Ev daxwazên ku me wekû pêşniyarên rewa aresteyî deverên berpirs kirine, heger di zûtirîn dem de nekevin rojeva wan, gelo dê çi bibe..!?
Ev jî mijara nivîsînek din e…
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 72′yê de hatiye weşandin. 2018.1.15