Bûyerpress
Zeynulabidîn Zinar
Bêguman di Zimanê Kurdî de hin hokerên pîvan û kêşanê yên qiyasî hene ku zêde bala kesî nakeve ser wan û jixwe pîvan û kêşana wan zêde nakeve hafîzeya meriv. Xasma jî nivşên nû, ageh ji wan nînin, ji ber ku miqdarê wan, bi metro û kîloyan çênabe. Lê her kes rind dizane ku metro û kîlo çi ne û pîvan û kêşana bi wan çiqas û çewan in.
Ji bilî metro û kîloyê, hin ji wan peyvên ku hoker in, lê ew di nava xwe de jimareke wek kîlo û metroyê dihewînin û dema behsa wan tê kirin jî, kes behsa kêşana wan bi kîlo û pîvana wan bi metroyê nake, tenê navê wan tê gotin, her kes dizane ku çiqas e.
Ev peyvên li jêrê ku li gor rêza alfabeyê wek nimûne hatine rêzkirin, di wan de hem kîlo û hem jî metro veşartî ne, fermo em bala xwe bidin wan ku çewa ji aliyê Kurdan ve têne bikaranîn:
– BAR: Eger bar, ê heywanên weke ker, hêstir, axte, olaq, hesp û huştur be, bi gotina barek genim, barek êzing, barek mewîj, barek dimsê û gwd. Tê de pêgirek heye û wek kîlo kêm-zêde ji 60 kîloyî heta 300î ye. Lê kes behsa kîlo û metrê nake.
– BERMIL: Di bermilê de tiştên weke zadê dirûtî, giya, êzing, hejik, pûş û tiştên wisa hene. Giraniya van jî li gor cûnê xwe kêm û zêde dibe. Bi gumana ji pênc kîloyî heta 20î ye. Tê de çendî ku jimar jî heye, lê kes behsa kîlo û metrê jî nake.
– BIRR: Bi gotina ”birr”ê, ne jimara bi metroyê û ne jî kêşana bi kîloyê heye, lê bi jimarê miqdara tiştên heyî ji 10 hetanî 30-40î ye. Mînak: Birrek zilam ji rê ve tên… Herweha navê leyztikekeke kurdî jî heye ku bi ”Birr”ê navdar e.
– BAQ: (Tijekirina valahiya di nava gehandina serê tiliya eşed û ya beranî de)
Peyva baqê ji bo tiştên weke gul, nîskên şîn, nokên şîn, rihan, pûng, rimbêz, cax, kereng û tiştên wisa re tê gotin. Di baqê de jimareke kifş heye, lê ew jimar jî li gor cûnê xwe tê guhertin. Mînak, dema ”baqek gul” bê gotin, jimara gulan 3-6 e. Dema ”baqek nîsk” bê gotin, tê de 15-20 şax hene û yên din jî wisa. Li ser vê peyvê Gotineke Pêşiyan jî weha heye: ”Heçî zane jixwe dizane, lê yê nizane dibêje ´mesele li ser baqê nîskan e.” Di kurmancî de ji ”baq”ê re ”qevdik” jî gotin. Mînak, min qedek qelem daye hevalê xwe.
– CELEB: Peyva Celebê çendî ku ji pezê kirrînê re tê gotin û herweha ji wan kesên ku pez dikirin re jî CELEB tê gotin, lê di peyvên wisa de jimarde heye û ji 20 hetanî 70-80 serî pez e.
Kesê ku pez dikire eger yek be, jê re celeb nayê gotin û navê wî tê hildan. Lê kirox eger ji yekî zêdetir bin, hingê celeb têne gotin.
– CEMIK: Diyar e ku cemik nîvê têrrê ye. Dema cemek, yan cemik hate gotin, tê de li dora 25-30 kîlo tiştên weke savar, genim û hwd heye. Lê eger tiştên weke sîl, çîmento û hwd bin, hindê giraniya cemekî digîje 50-60 kîloyî.
– ÇÊNÎ: Ev peyva Çênî, weke çêtî jî tê gotin. Lê tenê ji bo goşt û zihêlê çerm tê gotin, bi gumana ku tê de 100 heta 200 gramî goşt heye. Mînak: Çêniyek goşt bide pisîkê bila bixwe.
– COL: Ev peyv zêdetir ji pez re tê gotin, wek jimar ji kerî hindiktir e. Jimara kerîyek pez eger 500 be, jimara colek pez, wê li dora 80-100î be. Îcar dema col bête gotin, kêm-zêde diyar e ku jimar çiqas e û pêdiviya gotina jimara di colê de tune.
Navê paytexta Mîrekên Kurdistanê jî ji col û mêrgê hatiye wergirtin weke COLEMÊRG bi nav bûye.
– CÛM: Peyva cûmê ji gutlek herî, kils û cixsa ku pê dîwarê kevir çêdibin re tê gotin. Bi gumana ku cûmek li dora 2-3 kîlo heye. Ji xeynî vê, gotina peyvika cûmê ji tiştekî din re nayê gotin. Çendî ku gotina cûmek benîşt, çûmek rûn, eger bête gotin jî, ev şûfîne ye û ji rastiyê dûr e.
– DAW: Peyva dawê ji pêşiya kirasê dirêj re tê gotin. Çendî ku ev peyv ketiye nav stranên Folklora Kurdî jî, lê amûreke barkêşanê ye jî. Gelek jin dawa xwe tije tiştên weke sêv, meqîj, gûz û wekî din dikin û bi qederê 10-15 kîlo hildigirin. Herweha daw, cihê sitar û veşartinê ye jî. Pir kes di binê dawa jinan de ji xeterên giran felat bûne.
– DÊZ: Peyva dêzê çend tiştan re tê gotin, weke dêzek çîlo, dêzek kêran, dêzek hej û hwd. Ev peyv herî zêde bi çilo ketiye nêv Ferhenga Kurdî. Dema Kurd di meha gulanê de hejikên darên Mazî diçinin, li çiyê dikin dêz, bi hawayekî wisa çêdibe ku ji berf û baranê jî şil nabe û zivistanê bi taxûk û xizakan çilo tînin û didin pezê xwe. Di dêzek çilo de bi sedan gurzên çilo hene.
– EBOR: Peyva eborê, ji birra masî, kew û hin trûdên dî re tê gotin. Wek jimar nayê zanîn. Dema masî di demeke kifş de pir zêde bi hev re digerin û li çeman belav dibin, tê gotin ku ”Çaxê ebora masiyan” e. Lê navê cûreke masî bi xwe jî EBOR e. Dema kew û hin balindeyên din jî ku bi jimareke zêde bi hev re digerin û xelk diçe hêleya wan, tê gotin ku Ebora Kewan hatiye…
– GARAN: Di peyva garanê de jimar ji sedî zêde ye, dewarên stûr û sewalên weke ker û hespan bi giştî ji aliyê gavanê gund ve têne çêrandin.
– GURZ: Li jorê di peyva ”çilo” de peyva gurz hatiye bikaranîn. Gurzek çilo, gurzek giya, gurzek gez, gurzek zil, gurzek qose û hwd de, jimareke wisan e ku nayê zanîn ka çiqas e, lê tijekirina navbera valahiya nava herdu milan re gur tê gotin.
– GUTL: Tîpa L pir qalind tê bilêvkirin û ji tiştên weke ewr, herî û tiştên wisa re tê gotin. Ji gutlê re di klasîkên kurdî de ÇITR jî hatiye gotin. Mînak, gutlek ewr derket û teyrok jê barî. Gutlek herî, ji cûmekê hindiktir e. Dema yek zêde benîşt di devê xwe de bicû, tê gotin ku ”guttlek benîşt xistiye devê xwe.”
– KERÎ: Kerî, ji pezê reş û spî re tê gotin, ango mih û bizin. Jimara kerê digije heta 500î. Peyva kerî, ji sisiyan didoyê nanê tenûrê re jî tê gotin. Dema yek bêje: Keriyek nan bide min, bi qederê mezinatiya destekî merivan nan e.
– KÊX: Zebeş, gindor û tiştên wisa dema ji nava baxçe û bostên têne berhevkirin û li cihekî kom dibin, jê re KÊX tê gotin. Çendî ku têne jimartin, lê jimara kêxê wek kîlo ne diyar e.
– KÊŞ: Peyva Kêşê, ji bo genimê li bênderê, koma mewîjên ku li ber tavê hişk bûne û ava xwê ya ku ziwa bûye re tê gotin. Lê jimara van, kêşan û pîvan, ne diyar e.
– KEWAR: Wek dolabekê ye ji axê çêdibe û tê de dexl tê parastin. Dema kewar tê gotin, pêre pêre pîvaneke zad a bi elb û olçekê tê hişê meriv. Lê belê kirîn û firotina zad bi kewaran nayê kirin. Bi gumana ku 5-6 kêl zad dikeve kewarekê û her kêlek genim jî 120 kîlo ye.
Berê di mala piraniya Kurdan de yek, an du kewar hebûne ku zimhêha salane tê de diparastin.
– KÎS: Kîs bi piranî ji cawê qalind çêdibe û hinek jî ji kunif çêdibe. Kîs jî, mezin û piçûk hene. Yê mezin heta 80-100 kîlo zad dikevê. Yê piçûk jî bi zêran navdar e. Digotin, kîsek zêrê filankeso heye. Ew kîsê ku zêr diketinê, li dora du û sê kîlo bûne. Min kîsên zêran nedîtine, lê kîsên ku mecîdî û çerxî tê de dihatin parastin pir bûn.
– KOD: Di kurdî de ”kod” heye û ”kodik” heye. Kodik piçûk e, ji textikê tenik çêdibe û tê de dimsa tîr tê parastin, hinek jî rûnê tewaş tê de diparêzin. Koda ku zad tê pîvan jî, mezin û piçûk heye. Ya mezin, cihê duwazdeh kîlo genim e, ya piçûk jî cihê 6-7 kîloyan e.
– KOM: Ev peyva ”kom”ê pirtexlît e û bi tiştekî taybet nehatiye binavkirin. Çi tiştê ku pir be û li ser hevûdu têkeve ber çavan, bi wî tiştî kom tê binavkirin. Çend mînak:
– Komek genim (dema li bênderê xirê ser êk bûbe).
– Komek, xwelî.
– Komek êzing.
– Komek laşên mirî.
– Komek fîşek. Û gwd.
– KÛP: Ev kûpê ku ji axê çêbûye û di kûreyê de hatiye qelandin, di malên Kurdan de pir zêde têne bikaranîn. Kûp jî mezin, piçûk û nîvçe hatine çêkirin. Çi tiştê ku di kûp de hebe, kûp bi wî tê navdarkirin, weke kûpê dimsê, kûpê qelyê, kûpê zêran, kûpê avê û gwd.
Min hin kûpên mezin mezin dîtine ku merivekî normal diket navê. Lê hin kûp jî hene ku sê-çar lîtir dims dikeve navê.
Kûp di nava Kurdan de bi du tiştan navdar in: Kûpê qelyê û kûpê tewaşî. Li ser kûpê qelyê hin çîrokên folklorî jî hene.
– MIŞTAXE: Ev peyv ji bo tirîyê ku li kergehê hatiye komkirin da bibe dims an mewîj û tiştên wisa re tê gotin. Miqdarê tirî di miştaxê de pir zêde ye, lê zehmet e ku bi kîloyê were kişandin. Tê de kêşan veşartî heye. Lê xwediyê miştaxê dizane ku çend selik di miştaxeyê de hene. Her selikek jî kêm-zêde li dora 35-40 kîlo heye.
– PARÎ: Ji tiştên pêgir re Parî tê gotin. Tê de hem giraniya bi kîloyê heye, hem kêşan û hem jî pîvan heye. Lê kêşan û pîvana Parîyî ne diyar e. Ji nan, penîr, helîl, bastêq û tiştên wisa re tê gotin. Lê ji bo tiştên ruhn weke av, dims, mast û tiştên wisa re nayê gotin.
– PÊŞ: Dawa kirasê jinan dema tije sêv, gûz û tiştên wisa be, jê re Pêşek tê gotin. Lê wek kîlo ne diyar e, kêm-zêde li dora 8-12 kîloyan heye.
– QALIB: Li bo gelek tiştên pêgir û hin tiştên xwarinê re Qalib tê gotin. Weke qalibek sabûn, qalibek helîl û hwd. Ji qalibî re kêşan û pîvan heye, lê nayê zanîn ku çiqas e.
– QEVD: Tijekirina nava destekî ji tiştên weke giya, gul, firîk û hwd re tê gotin. Ji wan tiştan re kêşan û pîvan çendî ku hene jî, lê ne diyar in û bi gotina Qevdê, qevdek, yan qevdik hatine sînordarkirin.
– REF: Di kurdî de gelek peyvên hevwateyên Refê hene, lê gotina Refê tenê ji bo trûdên ku difirin re tê gotin. Gotineke Pêşiyan jî li ser vê heye: ”Her teyr bi refê xwe re difire.” Mesela, refek quling, refek qaz, refek kew, refek kevok û gwd.
– RÊL: Ji bo gutlek darên şîn di erdê de tê gotin. Mesela, kem, devî, satar, rêl û daristan. Çendî ku meriv kare darên di Rêlê de bijmêre, lê belê pir zehmet. Îcar xwediyên rêlan kêm-zêde dizanin ku çend dar di rêla wan de hene. Darên rêlê hem têne pîvan û hem jî têna kêşan, lê ev hawe nayên bikaranîn.
– RÊSÎ: Ew giyaya ku hatiye çinîn û dema ku hêj ter e, li hev hatiye badan re Rêsî tê gotin. Rêsî hem têne kêşan û hem jî têne pîvan, lê kirîn û firotina wan, bi liban çêdibe.
Gudiyên Kurdistanê dema rêsî ji bo alifê sewalên xwe di zivistanê de hazir dikin, dizanin ku dirêjiya rêsiyan çiqas e û kêşan jî çiqas e.
– REVD: Peyva Revdê, tenê ji bo birrek gur tê gotin. Çewa ku di Mewlûda Kurmancî de jî hatiye gotin, revdek gur li dora 7-9an e. Lê dema peyva Revdê hate gotin, her kes dizane ku gur in û kêm-zêde çend in.
– ŞAX: Peyva Şaxê ji bo çend tiştên cuda tê gotin. Weke şaxên darê, şaxên çiyê, çaxên nêrî (qiloç) û hwd. Di gotina şaxê de pîvan û kêşan çendî ku heye, lê belê îmkana ku meriv karibe çêbike tune.
– ŞO: Peyva Şoyê, tenê ji bo penîr tê gotin. Dema şîr bi havênê penîr dimeyînin û piştre bera torbeyê doq didin, gutleke grover û hinekî hişk çêdibe. Ji wê gutlê re, Şoyek Penîr tê gotin. Di şoyê de hem kêşan û hem jî pîvan heye, lê kes behsa wan nake. Tenê dema firotanê, penîr bi kîloyan tê firotin.
– TELÎS: Ev peyv ji wî çewalê ku ji kinif hatiye çêkirin re tê gotin, mezin e û bi qederê 120 kîlo dexl dikeve navê. Jixwe hin zevî hene ku dema tov lê direşînin, bi telîsan dihesibînin.
– TÎP/TÎPÎ: Ev peyva TÎPê, ji bo sê tiştan tê gotin: Tîpek siwar, ji heftan zêdetir siwar in. Tîpên alfabeyê, yanî bi erebî herf. Tîpa berfê, ew berfa bi şid û ba ku li hin deverên çiya çêdibe re tê gotin. Gundî dibêjin, em hatin filan deverê û tîpiyê em girtin.
– ZEMBÎL: Selikek e ku ji şivikên dara biyê çêdibe û devê wê fireh e. Di zivistanê de pîvana êmê dewaaran weke kayê ku didin dewarên stûr, bi zembîlan e. Ji bo her çêlek, ga, hesp û sewalên wisa re her yekê zembîlek ka, ji bo dewarên baqûrî re jî, her yekê nîv zembîl ka dixin afirê wan.
Bi hêviya ku ciwanên me li peyvên wisa lêkolîn bikin û gelek peyvên ku wenda bûne yan nayên bikaranîn, bidin jiyandin.