Bûyerpress
Mamosteyê Kurd ê navdar Mihemed Elî Qeredaxî ku hem wêjevan, hem jî dîrokzan e, li Tehrana Paytext, 3 xelatên cîhanî wergiritin.
Nivîskarê Kurd Mihemed Elî Qeredaxî ku ji bajarê Silêmaniyê ye, wek baştirîn lêkolîner di cîhanê de û baştirîn nivîskarê Kurdiyê, ji aliyê rêxistinên UNESCO, ISESCO û Farabî ve hat xelatkirin.
Zêdetir ji 65 pirtûk Qeredaxî çap bûne û bêhtir ji 500 lêkolînên wî yên dîrokî, li seranserî cîhanê belav bûne.