Bûyerpress
Helbestvan Hadî Behlewî di 16’ê Gulana 1948’ê de li gundewarê Qamişlo çavên xwe li jiyanê vekirine.
Xwendina xwe û salên ciwaniyê li nava kuçe û kolanên Qamişloyê diqedîne. Hetanî aniha jî, her li bajarê Qamişlo dimîne.
Ji 1965’ê ve dest avêtiye pênûsê, da ku bi her du zimanên Kurdî û Erebî helbestê binivîse.
Bi dehan ji helbestên Hadî Behlewî bûne sitran û hunermendên wekî: Se’îd Gabarî, Buha Şêxo, Adil Hiznî, Hisên Bavê Azad û Selah Resûl helbestên wî bi awaz kirin û sitrane.
Du berhevokên Hadî Behlewî yên helbestan hene, yek jê bi navê “Ji Dil” e, yek jî bi navê “Wê Sibe Bê” ye.
Helbestvan Hadî Behlewî di geşta nivîskariya xwe de, “Xelata Mele Ehmedê Palo” di salvegera wî ya duyemîn de wergirtiye.
Newroza Sala 2008
Li çarçewa dȋrokȇ de..
Li gerrȋnka hebȗn ȗ nebȗnȇ de..
Li jiyana berovajȋ de..
Xewnȇn min ȋ șȇrȋn dibȗn kabȗs
Li ser sȋnga mi rawestiyan..
Hȇviyȇn geș, wek hespȇ șemȗz
Li orta dil pȋkolȋ dikrin
Bȗn: Mij ȗ leylan..
Pelȇ deryayȇ șȋnȇ, em xeniqandin..
Mirinȇ, bi tinaziyȇn xwe, em gez kirin..
Qȋlȇ xwe, di lașȇ mi de çikand..
Goștȇ min, çirandȋ..
Kir perçe ȗ par
Kir zȋvar zȋvar
Birȋn, diaxive, hȇ germ e..
Dev, nehatiye girtin..
Li ser lȇvȇ wȇ, çend pirs ȗ raman
Bi hev re civiyan
Ta kengȋ em ȇ xewnȇn jibȋrkirȋ bin?
Qurbaniyȇn bȇ nerx..
Bi destȇ tewankar:
Sindoq bin li ser Milan?
Mȇvanȇ goristana bin?
Balgeh..kevir be..
Lihȇf..axa sar?
Bȇ cȋ, bȇ lȗs, bȇ war
Li ser zemȋnȇ??
Ho Qamișlo
Qamișloka rengȋn ȋ..
Bi endazȋ, tȗ lȇkirin..
Bi rȇk ȗ pȇk, tȗ çȇkirin..
Bi heyv ȗ xaç ȗ roj, zȋba kirin..
Tȗ kirin: Şanika bajarvanȋ ȗ șaristaniyȇ..
Bajarȇ : Jȋn ȗ evȋnȇ..
Min ji te hez kir,
Ȗ hȋna, min xetȇ simbȇla rast nekiribȗ..
Min hezkirin, bi te re nas kir ȗ dȋt..
Gulȇ sor
Teka teka..qevde..gurz
Diyarȋ min dibȗn
Min jȋ, ew dihonan
Dikirin: Ristik, dixistin qirka te..
Dikirin: Zerazeng,
Datanȋ ser sȋng te..
Dikirin: Şȗhȋ, ‘Eyas e,
Li noqa te dipȇçan
Ne wek zinara ku pȇçane
Li pișta Cizȋrȇ
Ji Dȇrik…heya ‘Efrȋnȇ
Qamișloka min
Berȋ çar sal ȗ hȇșt rojan
Dem buhar e, mehreș ke avdar
Wisa jȋ dȗ hezar ȗ çar e
Wek ‘ewrekȋ reș bi gulpan
Ser te kir tarȋ
Bahozek ji kȋna reș
Bi ser te de hat xwar
Reqreqa tavȇn fȋșeka çar kenar
Gullebaran dikirin fȋzfȋz
Buhar kirin payiz
Dara evȋna te Qamișlo, șikandin
çuqlȋ ȗ tirhik, qurmiçandin
Pelȇ darȇ, weșandin
Șȗhiya li pișta te, qetandin
Zik-diran bi potȋnȇn xwe,
Gulȇ sor, perçiqandin
Mawerd ȗ erxewan, ji wan herikandin
Pendȇn Muhemmed pȇxember, çirandin
Bi ayeta dawȋ, kevok sipȋ kirin nȋșan
Tȗ kirin: Bajarȇ xwȋn ȗ șȋnȇ
Hinga..
Mȋjoyȇ rahȋșt çuqlȋkȋ, ȗ kire: Pȇnȗs
Ȗ noqȋ kortikek xwȋna pakrewanekȋ kir
Ȗ li orta dȗ heyvoka
Li ser dȋwarȇ demȇ nivȋsȋ:
” Mirin Jiyanȇ Tȇnȋ “
Îșev Newroza dȗ hezar ȗ heșt
Diyar e, dȋrok xwe vedigerȋne
Ȗ pȇxwas ȗ bȇ nehat dil bikȋn e
Ȗ mista tovȇ serbilindayiyȇ ku min
Wȇ demȇ li ber kortik ȗ mesȋlȇ
Tejȋ xwȋn e
Min çandibȗ li ber dergehȇ yana ȗ nexweșxana
Ȗ mizgeftȇn welat ȗ li cade ȗ duryana
Ji bo rehȇ xwe berde
Ȗ dara evȋna te Qamișlo șipya bimȋne
Diyar e, ku ew naxwaze wȇ darȇ bibȋne
Tewana ya çar sala li te vegerȋne
Lȇ mixabin
Ji dȋrokȇ dersa nasitȋne
Çiya nahejȋne
Ȗ darȇ ku dișikȋne
Ȗ pelȇ diweșȋne..
Ȗ wan wȇran dike ȗ dișewtȋne..
Nizane ku ew bixwe
Xetiran geș dike
Ȗ agirȇ Newrozȇ
Bi Kurda re
Pȇdixȋnȇ.
Helbest..
Bȇhn tang
Li defa hewarȇ xist
Ȗ bi dengȇ bilind
Ban kir
Gazȋ pȇlewazan ȗ hespȇ xweșxwana ȗ
Got:
Ez nema serȋ ji we re ditewȋnim
Ez ȇ rȇzbenda biçirȋnim
Werin..werin..werin
Hevok..
Pirs..
Wȇne..
Mȋnak..
Awaz..
Destȇ hev bigrin, bibin șerȋpan
Li pesarȇ “Hilȇlȋkȇ”
Bi xortan re li çepika xin
Bera terbterba lingȇ we
Herȋ izmanȇ hefta
Govenda li dar xin
Ji bo Helbest
Daweta
Mihemed ȗ Mihemed ȗ Mihemed
Bi cȋ bȋne.
Cejna Evȋnȇ
Xwedȇyo ka çi hȇja ye ko rȇkim?
Eva cejna evȋnȇ tȇ bi rȇ de
Ez ȇ çavan jȇ re bikim diyarȋ
Mixabin xwȋn ȗ zox rijiyana pȇ de
Ji dȇla hȇstiran xwȋn va dibarȋ
Gelo hȇja ne esta Cana tȇ de?
Ez ȇ gulȇn ji bȇhn jȇ ‘r bișȋnim
Ji gulzar ȗ kulȋlkȇn l’ vȇ dinȇ de
Bi destȇ xanima hatin guvaștin
Li Parȋzȇ ȗ li London, yan li vȇ de
Yeqȋn nakim ko hȇja bin diyarȋ
Tevlȋ market bi navdar bȋ bi zȇde
Ez ȇ helbestekȇ jȇ re bihonim
Ji hestȇ xwe di germbȗna kelȇ de
Bi aza kim elȋf ȗ bȇya ȗ nȗn
Jiyana xweș ko vȋn serbest bȋ tȇ de
Bera razȇ evȋn tȇ de bixwȋnȋ
Heya mexrib ji berbanga sibȇ de
Bi gomanȇ ko ev jȋ, jȇ re nabin
Ji ber helbest bi xwe ‘v Cana girȇda
Ez ȇ tilyȇ xwe vȇxim rengȇ mȗma
bikȋ ronȋ, li dȗ reșya șevȇ de
Meger razȋ nebȗ Cana ji vana….
Rewan ȗ can didim, bȇ nerx ȗ fȇde
Sibȇ Wȇ Buhar Bȇ
(Di Pȇxistina Şoreșa Gulanȇ De )
Wȇ bi serdana me buhar
Sibȇ wȇ bȇ
Wȇ xunçe bidin devȋ ȗ dar
Newroz wȇ bȇ
Kulȋlk ȗ gul
Birevȋnin xeman ji dil
Bȇhn vexweșȋ li șȗn ȗ war
Sibȇ wȇ bȇ
Buhar wȇ bȇ
Wek nerȋna van biçȗka
Çiya ȗ agir
Bi xemlȇn pir
Xwe rapȇçin bi sor ȗ zer
Wek nȗ kincȇn qȋz ȗ bȗka
Sibȇ wȇ bȇ
Wȇ bilbil bike qebqeb ȗ nal
Teyr ȗ tilȗr bimȋnin lal
Qumrȋ ȗ Qaz
Wek çeng ȗ saz
Vȇk ra dibin dost ȗ heval
Jȇ re dixwȋnin dȋroka
Dilșad dibosin dest ȗ pȇ…
Buhar wȇ bȇ herȋ cem wan
Pȋroz bikȋ deșt ȗ zozan
Hȇvȋ li welatan șȋn bike
Dergeh, li dilȇ tarȋ veke
Ev avȇ sar
Xweș bȋne xwar
Ji cobar ȗ çem ȗ coka
Buhar wȇ bȇ
Xelkȇn beyan li hawȇr me kirin tevger
Wan pir kirin bȇhȇvȋbȗn, rewrewk ȗ tar
Mij ȗ moran
Li ber çavan
Bi girȇka kȗr..didan girȇdan
Derȋyȇ jȋnȇ didan girtin li pȇș zaroka
Dema sorgul nema ew tȇ..
Buhar wȇ bȇ, piçȗkȇ min li ser șaxa
Li erdȇ me, li deșta me, li qȗnaxa
Buhar wȇ bȇte zozana lȇ lȇ qȋzȇ
Gira bișo ji qirrȇja vȇ payizȇ
Heyvȇ li izmana biçȋnȋ
Wȇ çȋmen ȗ gulzaran
pelȇ daran sema bikin
Li remza bȇ..
Egere dȋsa buhar xweș bȇte van waran..
Wȇ çȗk ȗ çivȋk bibȇjin jȇ ra gotaran
Ko hȇlȋnȇ wan wȇran bȗn
Li ser lata, li ser tehta, li ser daran
Sibȇ wȇ bȇ…
Sibȇ wȇ bȇ
Buhar wȇ bȇte warȇ me
Dinȇ bibȋnȇ wȇ paqij ke
Bi kesk ȗ sor çavan kil ke
Bi serbestȋ bijȋn tev de
Pȋrȇ merdȇn me tev zaroka
Dem ewȇ bȇ.
Min Riha Ke
Min riha ke, min bihȇle, dȗrȋ deryayȇ evȋnȇ
Aqil ȗ sewdan ji min tev de, ketin gȇra neyȋnȇ
Min bibore, ez nema karim evan derdan hilȋnim
Ketme navbeyna dȗ aran..min disjoin, mi dhelȋnȇ
Arȇ hecra dȋlberȇ sohtȋ ji min cerg ȗ kezeb
Arȇ soza ku me dabȗ ji xwe vȇ nazenȋnȇ
Lewra arȇ didiwan bȇhtir b’ rivȋn ȗ pȇtiye
Arȇ dȗrȋ tȇ mirandin ew bi nȇzȋk ȗ dȋnȇ
Min bibore ez mirov im, ne ku hov im bȇ his im
Ez wekȋ te ji herȋ ȗ avȇ me, jȇ hatim birrȋnȇ
Te ji xwer dergeh bi alȋkȋ dikir ku bȇm dilȇ te
Bo çi tȗ xwe j’ vȋ dilȇ nazik ȗ terr dȗr dȗr dixȋnȇ?
Ne piçȗk im wekȋ zarokan li dȗ hestan dibazin
Ne jȋ tirhik terr ku bayek wȇ bibȋ, yek wȇ werȋnȇ
Tenȇ carek min bihȇlȋ ku kȇlȋkȇ dȋn bibim
Tȇ bizane wek min evȋndar tinne ne l’ ser vȇ zemȋnȇ
Tȇ ji min berfa sipȋ deynȋ li ser sȋnga gever
Hȗrehȗr mȗmȇ zerȋ șimma kirȋ lȇ bilivȋnȇ
Destȇ xwe l’ dor qirrika min bide hev, asȇ bike
Min biparȇze bi tirs e kes ji destan nerevȋnȇ
Tȇ ji wan lȇv ȗ devan maçek bidȋ min bȇ buha
Jȇ binoșim da ku tȋna vȋ dilȋ xweș bișikȋnȇ
Ger te dȋ destȇ m’ dirȇj bȗn, çȗne sȇvȇn paxilȇ
Yan jȋ xwestin ji riwȇ te: Guleke sor biqetȋnȇ…
Hinga tȇ b’ wan her dȗ perçȇn ji șevȇ tȇn ker kirin
Her dȗ destȇn min bi wan baș pȇ girȇd ȗ bișidȋnȇ
Ta te kȇfa xwe buhart ȗ te bi min ȗmȋd nema..
Min bidehfȋne di gerrȋneke bȇ qam, min bixȋnȇ
Ger ji gomanan tȗ bilya ȗ warȇ mirinȇ
Lewra hacet me nema ȇdȋ bi vȇ dȋdin ȗ dȋnȇ..
Min li navbeyna du qewsȇ ebriwan berg or bike
Te go:”Na..Na“
Bi”na” tȗ pir mi dȇșȋnȋ
Mebȇ “na” bes
Çi daxwaz te hebin, dil bo te pȇk tȋnȋ
Dikim gorȋ te can ȗ gav
Weyan mȇlak ȗ cerg ȗ çav
Weyan dil jȋ, ji te r’ riswa bikim cana
Bera tenha xwe bit bo te
Diyarȋ koz ȗ hȇlȋnȇ.
Bes e difre..çima tȗ guh li min nakȋ?
Gidȋ surma te na bi xwar
Eger tȗ carekȋ ba kȋ
Ji te ez hez dikim bȇ kam..
Ne wek keç-xal ȗ hem dotmam
Ji ber çavȇ mi naçȋ qet dem ȗ dana
Bibȇje, ger bi te tal im
Li ba min tȗ șȇrȋn ȋ
Dixum sȗndȇ: Ji min tȗ hez dikȋ bȇtir
Belȇ serma te pir zor e
Evȇ sermȇ ji te dil bir
Eger tȗ poz bi min nakȋ
Nerȋna xwe bi min șa kȋ
Evȋndaran tȗ aza bik ji zindanan
Di wȇ çaxȇ:
Jiyana min bi dȋna te dibit șȋnȋ
Di vȇ rȇ de..dizanim wek mi dildar ȋ
Hero pȇ de..dilȇ nermȋn, disojȋ,
Pȇtiyȇ arȋ
Bi qȋr ȗ dad ȗ hawar ȋ
Diçȋ tȇ roj ȗ ȇvarȋ
Bi hȇz ȗ lerz ji bo derxȋ kul ȗ jana
Mebesta min erȇ șoxȇ:
Rihakȋ dil ji vȇ kȋnȇ.
Nehȇle ez li vȋna te bibim poșman
Mebesta min: Nerȋnȇ l’ min tȗ
Xweș sa kȋ, nekȋ erzan
Li cem min tim bibe mȇvan
Ji hev hez kin bi dil ȗ can
Bi saxȋ ger neyȋ ba min bi serdana
Dema bimrim..
Gelek beyhȗde ser min tȗ bikȋ șȋnȇ
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 72′yê de hatine weşandin. 2018.1.15