Bûyerpress
Li gundewarê başûrê Parêzgeha Idlibê, di navbera çekdarên rikberiya Sûrî û hêzên rêjîmê de, şerekî giran li dar e.
Li gorî ku hatiye ragihandin, ji encama şerê sê rojan ku li Idlibê dibe, 63 çedarên rêjîma Sûrî û 54 çekdarên rikeberiyê hatine kuştin.
Ji aliyekî din ve û li gorî raporeke Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, ji dema ku hêzên rêjîmê êrîşî Idlibê kiriye û hetanî niha, zêdetir ji 100 welatiyên Idlibê penaber bûne.