Bûyerpress
Li bajarê Qamişlo 150 mamosteyên Saziya Zimanê Kurdî navên wan hatine tomarkirin, da ku tevlî dewreya 31’ê ya Erka Xweparastinê bibin.
Li gorî zanyariyan, Desteya Parastinê navê 450 mamosteyan hildabû Desteya Perwerdeyê û ji wan navan tenê 150 mamoste ji bo Erka Xweparastinê dixwestin.
Birayar bi wê yekê heye ku her 150 mamoste, 15’ê vê mehê tevlî dewreya 31’ê bibin, ew jî li Leşkergeha Ş.Nîdal a li Gebeka.