Bûyerpress
Îro Şemiyê şandeyeke Herêma Kurdistanê berê xwe dide Bexdayê, da ku li gel Hikûmetê bicive û pirgirêkên heyî yên di navbera her du aliyan de, bêne gengeşekirin.
Li gorî ku hatiye ragihandin, dê ev şande bi serokatiya Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şengalî be û dê çend berpirsên din vehewîne.
Babeta ku dê bi giranî bê gengeşekirin, pirgirêka firokxane û dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê ne.