Bûyerpress
Di civîna xwe ya yasayî de, Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryayê daxuyaniyek da, tê de gefên Tirkiyê yên li ser deverên Kurdî şermezar kir.
ENKSê di daxuyaniyeke xwe de ku duh Înê hat belavkirin, daxwaz ji “PYD” kir ku binpêkirinan der heqê wan de rawestîne û girtiyên siyasî ji zindanan derxîne.
Der barê civîn û kongreyên ku aniha li dar dikevin de, ENKSê tekez kir ku ew ji bo hemî destpêşxeriyên navdewletî vekirî ne û dê hewl bidin ku di her rûniştineke navdewletî de, doza Kurdî li ser maseyê deynin.