Bûyerpress
Serkirdeyê Tevgera Civaka Demoqartîk TEV-DEM “Aldar Xelîl”, ragihand ku dê Kongreyê Sochi bi ser nekeve û her wiha got ku dê şerê Sûrî bikişîne heta sala 2021’ê, û dibe ku bikişîne hetanî 2025’ê jî.
Di axaftineke xwe de ji Ajansa Ruyterzê re, Aldar Xelîl got ku “tu leza Amerîka tune ye ku ji deverên me derkeve û dê têkiliyên me hêj xweştir bibin”.
Xelîl her wiha bal kişand ser wê yekê ku Rûsyayê ew ji bo Sochi vexwendine, lê got ku ne Sochi, ne jî Cinêv dê bi ser nekevin.