Bûyerpress
Piştî du salan ji kontrolkirina firokxaneya Ebû Zihûr a Leşkerî li Idlibê ji hêla komikên rikberiya Sûrî ve, hêzên rêjîma Sûrî careke din firokxaneyê kontrol dikin.
Li gorî rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji encama şerê li derdora firokxaneyê, bi dehan ji çekdarên rêjîma Sûrî û yên rikberiyê hatine kuştin û hetanî niha jî, şer berdewam e.
Hêzên rêjîma Sûrî li gel hevalbendên xwe, ji çend mehan ve helmeteke tund li ser Parêzgeha Idlibê daye destpêkirin û bi dehan ji gund û bajarok kontrol kirine.