Bûyerpress
Li gorî lêpirsîneke rojnamevanî ku Ajansa Rojnamegeriya Fransî belav kir “êdî paytexta Efxanistanê ‘Kabil’ bûye yek ji navendên sereke yên bicihbûna endamên rêxistina DAIŞ, û tevgera wan li Kabilê gelekî xurt bûye”.
Heman lêpirsînê aşkere kir ku di nava 18 mehan de, xwekujên DAIŞê 20 êrîşên xwekujî li nava bajar û bajarokên Efxenistanê pêk anîne.
Şaxê rêxistina DAIŞê yê li Efxanistanê, bi navê “Wîlayeta Xurasanê” tê naskirin û li gorî hêzên ewlehiya Efxanisatnî, tenê di Kabilê de 20 komikên DAIŞê aniha hene.