Bûyerpress
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di heyama du mehan de zêdetir ji 100 hezar welatiyên Idlibê penaber bûne û derdora 100 kesên sivîl hatine kuştin, ew jî bi sedema dijwariya şerê di navbera hêzên rêjîm Sûrî û komikên rikberiyê de.
Li gorî rapora Nivîsgeha Kar û Barên Mirovahî, ji 1’ê meha 12’ê û hetanî 9’ê meha 1’ê, 99569 kesên Idlibî, penaber bûne.
Piraniya kesên penaber bûne, ji gundewarê başûrê Idlibê ne û aniha li navend û bakurê parêzgeha Idlibê bi cih bûne.