Bûyerpress
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî duh Çarşemê û bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku hetanî niha, Hêzên Sûryaya Demoqratîk derdora 500 dîlên Êzidî ji dest çekdarên DAIŞê rizgar kirine.
Di daxuyaniya xwe de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî da zanîn ku ev Êzidiyên rizgarbûyî, destpêkê li Desteya Jin Rojava bi cih dibin, paşê ji bo tevgera wan tên sipartin, da ku wan bigihînin malbatên wan.
Di dawiya daxuyaniyê de Tevgerê ew yek piştrast kir ku hetanî niha tu dezgeheke navdewletî alîkariya van Êzidiyên rizgarbûyî nekiriye û ne jî pirsa wan kiriye.