Bûyerpress
Duh çarşemê û bi amadebûna birrek ji fermandarên HSDê û serokêlên deverê, li gundewarê Dêra Zorê perwerdeya 700 şervanên Hêzên Sûryaya Demoqratîk, qediya.
Piştî perwerdehiya çend rojan, li bajarokê Kesratê yê gundewarê Dêra Zorê 700 şervanên HSDê ku ji pêkhateya Ereb in û xelkê Dêra Zorê ne, perwerdeya xwe qedandin.
Bi mebesta rizgarkirina deverên rojhilata Feratê hetanî bi sînorê Iraqê, hêzên HSDê Helmeta Bahoza Cizîrê da destpêkirin û piraniya deveran êxist jêr kontrola xwe.