Bûyerpress
Hêzên rêjîma Sûrî li gel hevalbendên xwe, şerekî giran li hember komikên rikberiya Sûrî li rojhilata Idlibê dikin û aniha hêzên rêjîmê, tenê bi qasî 5 kîlomitreyan ji firokxaneya Ebû Zihûr a leşkerî bi dûr in.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku piştî 3 mehan ji şerekî berdewam di navbera hêzên rêjîmê û komikên rikberiyê de, êdî hêzên rêjîma Sûrî bi qasî 5 kîlomitreyan ji firokxaneya Ebû Zihûr bi dûr mane.
Di helmeta hêzên rêjîma Sûrî li ser Idlibê de, hêzên rêjîmê 95 gund kontrol kirine û hejmarek ji bajarok û deverên stratecî bi dest xwe ve aniye.