Bûyerpress
Di civîneke perlemana Brîtanî de, Wezîrê Dewletê yê Brîtanî Alistair Burt got ku: ” Brîtanya dixwaze ku ji bo Sûryayê prosyeke siyasî ya giştî çêbibe û PYDê tê de beşdar be”.
Di rûniştina perlemana Brîtanî de ku duh Sêşemê li dar ket, Burt her wiha got: “PYDê û pêkhateyên deverê rêveberiyek ava kiriye û hetanî astekê piştevaniyeke qanûnî wergirtiye. Û bi rêya Hevpeymana Navdewletî, peywendiyên me û wan her berdewam in”.
Burt ew yek jî destnîşan kir ku PYD û Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryayê du hêzên girîng ên bakurê Sûryayê ne.