Bûyerpress
Emîndarê Giştî yê Encumena Wezîrên Iraqê Mehdî El-Elaq ragihand ku ji bo jinûveavakirina deverên ku li pê DAIŞê hatine wêrankirin, pêwîstiya Iraqê bi 100 milyar dolar heye.
Di kongreyekî rojnamevanî de li Kiwêtê, El-Elaq got: “Ji bo ku binesaziya deverên wêranbûyî û dezgehên petrol, pîşesazî û xizmetguzariyan careke din bêne avakirin; pêwîstiya Iraqê bi 100 milyar dolar heye”.
Rêxistina DAIŞê di demekê de rûberekî berfireh ji xaka Iraqî kontrol kiribû û ji encama şerê Hevpeymana Navdewletî li dij DAIŞê, piraniya deverên kontrol DAIŞê wêran bûn.