Bûyerpress
Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên Helmeta Bahoza Cizîrê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk li bajarokê Giranîcê êrîşeke mezin li ser çekdarên DAIŞê pêk anî, tê de 150 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Li gorî malpera fermî ya HSDê, duh Sêşemê li bajarokê Giranîcê ku 34 kîlomitreyan li başûrê Meyadînê ye, şerekî dijwar di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de rûda û derdora 150 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Malpera HSDê her wiha ragihand ku di pişt şerê Giranîcê re, hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê yên biyanî, hewl dida ku ji deverên dorpêçkirî birevirin û ji vê yekê dîsa şer rûda.