Bûyerpress
Cara pêşîn e di dîroka Erebistana Si’ûdî ku dê roja Înê jinên Si’ûdê derbasî leyzgeha fotbolê bibin, da ku li leystikên fotbolê temaşe bikin.
Wezareta ragihandina Si’ûdî bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku jinên Si’ûdî di nava vê mehê de tenê dikarin li 3 leystikên fotbolê beşdar bibin û wekî cemawer temaşe bikin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Ragihandinê, di nava vê mehê de jinên Si’ûdî tenê dikarin li leystikeke fotbolê li bajarê Riyadê, yekê li bajarê Cedayê û yekê li bajarê Demamê amade bibin.