Bûyerpress
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî hişyarî da Hikûmeta Bexdayê û got ku divê Bexda sînorekê ji hewlên erebkirina Kerûkê re dane.
Bi rêya gotareke televizyonê, Berzanî got ku: “Em bi dilgiranî çavdêriya Bexdayê dikin ku hewlên erebkirina Kerkûkê rawestîne, û eger wiha dom bike, dê gelek pirsgirêk li deverê derkevin”.
Careke din Berzanî bang li Bexdayê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku” Bila Bexda helwesta xwe li hember kiryarên li Kerkûkê dibin, zelal bike û nehêle ku careke din ev kiryar rûbidin”.