Bûyerpress
Serkirdeyên Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryayê radigihînin ku Rûsyayê vexwendineke fermî ji wan re hinartiye, da ku li Kongreyê Sochi amade bibin.
Ji aliyê xwe ve Serkirdeyê ENKSê Fu’ad Elîko got ku “Ji beriya demekê Nûnerê Rûsî li gel şandeya ENKSê li Qamişlo civiya û di wê hingê de bi awayekî fermî ENKSê hat vexwendin”.
Serkirdeyên ENKSê dibêjin ku ev civîn pir girîng e û ew ê hewl bidin ku bi navê ENKSê û wekî şandeyeke serbixwe tevlî Kongreyê Sochi bibin.