Bûyerpress
Duh Duşemê li devera Til Koçerê, Hêzên Asayîşa Rojava komikeke ku 3 kesan pêk dihat desteser kir, ji ber ku parçe deverên giştî didizîn û li hin deveran vedişartin, da ku paşê bifiroşin.
Li aliyekî din û di heman rojê de, li devera Şedadê bazirganekî maddeyên hişbir hat girtin û di mala wî de 228 livên Kaptîkol hatin dîtin.
Mirovê ku ji Şedadê hat girtin li xwe mikur hat û hat zanîn ku hevalekî wî ji Hesekê pê re hevkar e, ji vê yekê Hêzên Asayîşê hevalê wî desteser kir û bi qasî 2 kîlo giya (Heşîş) di mala wî de dîtin.