Bûyerpress
Alîkariyên Amerîkî ji bo deverên Bakurê Sûryayê û Rojavayê Kurdistanê hêj berdewam in, herî dawî jî kerwanekî van alîkariyan ji bo bajarê Reqayê hat birêkirin.
Li gorî ku hatiye ragihandin, ew kerwanê alîkariyan bi 4 loder, 4 beldozer û 9 otombîlan barkirî bû û dê di çend rojên bê de, careke din alîkariyên Amerîkî bigihêjin Reqayê.
Ji aliyê xwe ve Meclisa Sivîl a Reqayê ragihand ku “Ji beriya aniha alîkariyên Amerîkî ji bo wan hatine birêkirin, û dê ev alîkarî berdewam be”.