Bûyerpress
Der barê tometbariya Îranê ji dezgeha CIA ya istixbaratên Amerîkî re ku gotibû “CIAya Amerîkî tevliheviyê li Îranê çêdike”, Birêvebirê CIAyê Mayk Bombyo ev yek red kir û got ku tu têkiliya wan bi xwepêşandanên Îranê tune.
Bombyo her wiha got” Gelê Îranê xwe bi xwe daketiye kolanê û tevlî binpêkirinên ku polîsên Îranî dikin jî, lê dê xwepêşandan ranewestin”.
Bombyo di axaftineke xwe de ji kenaleke televizyonî re tekezî li ser berdewamiya xwepêşandan kir û got ku tu têkiliya wan di gurkirina van xwepêşandan de tune ye.