Bûyerpress
Dezgehên ragihandina Îranî da zanîn ku ji destpêbûna şerê Sûrî ve û hetanî niha, 2000 çekdarên Efxanî yên ku piştgîriya rêjîma Sûrî dikin, hatine kuştin.
Çekdarên Efxanî ku ji mezhebê Şî’î ne, bi rêya Îranê derbasî Sûryayê bûne û li jêr navê Lîwaya Fatimiyan hetanî niha şer dikin.
Di daxuyaniyeke xwe de ji dezgeheke ragihandinê re, Zuhêr Mucahid ku fermandarekî Lîwaya Fatimiyan e, da zanîn ku hetanî niha 2000 kuştiyên wan li gel 8000 birîndarên wan li Sûryayê hene.