Bûyerpress
Di nûçeyeke xwe de malpera Şerq El-Ewsetê ragihand ku ji vir û pê de, dê Amerîka danpêdan û nasîneke diplomasî bi deverên rojhilata Feratê ku li jêr kontrola HSDê, bike.
Ji beriya aniha Wezîrê Berevaniya Amerîkî Cîmis Mattis ragihandibû ku li şûna şerê çekdarî, dê xebata diplomasî li deverên Bakurê Sûryayê bê kirin.
Di nûçeya Şerq El-Ewestê de ku li ser zarê rayedarekî Amerîkî hatiye belavkirin, tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku Amerîka strateciyeke nû ji bo Sûryayê daniye, û dê xebata xwe ya diplomasî li rojhilata Feratê xurt bike.