Bûyerpress
Duh Yekşemê û li taxa Meşlebê ya bajarê Reqayê, Komîteya Avakirina Meclisan, yekemîn komîn li bajarê Reqayê ava kir.
Komîteya Avakirina Meclisan ku girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ye, civînek ji rûniştiyên Meşlebê re li dar xist, tê de hevserokên komînê hatin hilbijartin.
Di heman civînê de çend komîteyên girêdayî komînê hatin avakirin, ew jî komîteyên lihevanîn, civak, jin, parastin û perwerdeyê ne.