Bûyerpress
Duh Yekşemê li gundê Behrê yê bakurê bajarokê Hecînê, şervanên Hêzên Sûryaya Demoqratîk êrîşeke tund a çekdarên rêxistina DAIŞê têk bir.
Gundê Behrê ji beriya aniha ji hêla hêzên HSDê ve hatiye rizgarkirin û çekdarên DAIŞê careke din bi çekên giran êrîşî gund kir, ji vê yekê şerekî giran rûda.
Li gorî ragihandina HSDê, ji encama şerê gundê Behrê 27 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, 3 firokeyên keşfê tevlî 3 topên hawinan hatine têkbirin.