Bûyerpress
Nûnera Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley ragihand ku li Îranê, êdî xelk li 79 deveran derketiye xwepêşandanên li dij rêjîma Îranî.
Haley got:”Ev derfeteke zêrîn e ji bo kesên wêrek. Ji ber ku milet ji zordariya hikûmetê kuh bûye, êdî ne xema xelkê ye û li dij hikûmeta xwe derdikevin”.
Di civîna Encumena Ewlehî de Haley hişyarî da Îranê ku tevahiya cîhanê çavdêriya wê dike, da ku kiryarên wê li hember xwepêşanderan binase.