Bûyerpress
Artêşa rêjîma Sûrî duh Înê li gundewarê başûrê Idlibê, bipêşveçûneke berbiçav bi dest xist û zêdetir ji 14 gundên li jêr kontrola komikên rikberiyê, kontrol kirin.
Li gorî raporên meydanî yên rêjîma Sûrî, di şerên vê dema dawî li Idlibê de, zêdetir ji 150 çekdarên rikberiya Sûrî hatine kuştin û di nava wan de çend kesên payebilind jî hatine kuştin.
Ji aliyê xwe ve Ajansa Ruyterzê jî ragihand ku hêzên rêjîmê di heyama 14 rojan de 84 gund li milê Idlibê kontrol kirine û ji balafirxaneya Ebû Zihûr a Leşkerî nêzîk bûne.