Bûyerpress
Perlementerê Partiya Demoqratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir duh Şemiyê demjimêr 7’ê êvarê li bajarê Izmîrê, ji hêla polîsên Tirykiyê ve hat desteserkirin.
Osman Baydemir li gel birrek ji perlementerên din ên HDPê di sala 2015’ê de li dij kiryarên Artêşa Tirkiyê, li Cizîrê xwepêşandan li dar xistibû; bi behaneya ku ew xwepêşandan bêruxset û binpêkirin bû, Dadgeha Şirnexê doz li Baydemir vekir, ji vê yekê hat binçavkirin.
Biryar bi wê yekê heye ku îro demjimêr 7’ê êvarê îfadeya Baydemir a dadgehê bi awayekî rasterast bê weşandin û dibe serbest were berdan.