Bûyerpress
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku wê di sala 2017’ê de kuştina 42 ragihêneran li seranserî Sûryayê belge kiriye.
Di rapora xwe de, Tora Sûrî da zanîn ku hêzên rêjîma Sûrî û komikên girêdayî rêjîmê, 17 ragihêner kuştine û ji encama derbeyên asîmanî yên Rûsî jî 4 ragihêner hatine kuştin.
Di heman raporê de hat ragihandin ku rêxistina DAIŞê 10 ragihêner kuştine, komikên rikberiya Sûrî 3 ragihêner kuştine û bi derbeyên asîmanî yên Hevpeymana Navdewletî, tenê ragihênerek hatiye kuştin.