Bûyerpress
Emîndariya Giştî ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryayê (ENKS) duh Înê bi rêya daxuyaniyekê got ku ji dema ku rêxistina DAIŞê ber bi tunebûnê ve çûye û hin hewldan ji bo yekirina rikberiya Sûrî hatine kirin, êdî kolana Kurdî doza yekbûna helwest û gotara Kurdî dike.
ENKSê di daxuyaniya xwe de bang li “partiya PYDê” kir ku hemî girtiyên ENKSê yên di zindanê de serbest bêne berdan.
Di dawiya daxuyaniyê de ENKSê Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û hêzên Kurdistanî kir ku ” Daxwaza rawestandina binpêkirinan ji PYDê bikin”.