Bûyerpress
Komseriya Bilind a Hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûryayê duh Înê li rojhilat û rojavayê bajarê Qamişlo du civîn li dar xistin, di wan civînan de hevserokên meclis û şaredariyên Qamişlo hatin hilbijartin.
Piştî qonaxa dengdanê hat ragihandin ku Fewaza Mihemed û Hesen Ibarhîm wekî Hevserokên Meclisa Navçeya Rojavayê Qamişlo hatine hilbijartin, her wiha Muna Farûq û Ebdulehed Eshqa bûn Hevserokên Şaredariya Rojavayê Qamişlo.
Li aliyê rojhilata Qamişlo Faxir Silêman û Lema Kesar bûn Hevserokên Navçeya Rojhilata Bajarê Qamişlo û ji bo Hevserokatiya Şaredariya Rojhilata Qamişlo, Sonya Mîrza û Ebdulmelek Ebdela hatin hilbijartin.