Bûyerpress
Duh Çarşemê li devera Pîranşarê ya Rojhilata Kurdistanê, di navbera Pêşmergeyên Partiya Demoqrata Kurdistana Îranê û hêzên Îranî de şer rûda û ji encamê6 leşkerên Îranî hatin kuştin.
Li gorî ragihand PDK-Î, li gundê Zêwê yê bi ser Pîranşarê ve şerekî giran di navbera Pêşmerge û hêzên Îranî de derketiye û piştî ku şer bi dawî bûye, êdî hêzeke mezin a Supaya Pasdaran li deverê belav bûne.
Ji aliyekî din ve Ajansa Ruytersê jî li ser zarê rayedarên Îranî ragihand ku li devera Pîranşarê 3 leşkerên Îranî hatine kuştin.