Bûyerpress
Emîndarê Giştî ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûrî(ENKS) bi rêya daxuyaniyekê piştgîriya xwe ji raperîna gelê Rojhilata Kurdistanê û Îranê re nîşan da.
Di daxuyaniya xwe de ya ku duh Çarşemê belav bû, ENKSê got ku rêjîma Îranê bi dehan ji komikên çekdar li deverê ava kirine û bi milyaran pere li ser wan dike, ew jî ji kîsî qûtê gelên Îranê.
ENKSê tekez kir ku ew palpiştiya daxwazên gelê Kurd û gelên din ên Îranê dike, da ku ev rêjîm birûxe û sîstemeke demoqratîk bê avakirin.