Bûyerpress
Hêzên Asayîşa Rojava li Herêma Efrînê erebeyeke mezin ku bi çekên giran barkirî bû û dixwest biçe Ezazê, desteser kir.
Li gorî ragihandina Asayîşê, erebeya ku ji Idlibê dihat, li derbasgeha Xezawiyê hat desteserkirin û 3 rokêtên TAW tê de hatin dîtin.
Her wiha hat ragihandin ku dê ev her sê rokêt biçûna Ezazê, da ku ji bo komikên rikberiyê yên çekdar bihatana radestkirin.