Bûyerpress
Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên Helmeta Bahoza Cizîrê de, Hêzên Sûryaya Demoqartîk li bakurê bajarê Meyadînê 3 gund ji dest çekdarên DAIŞê derxistin û bi temamî kontrol kirin.
Ragihandina HSDê da zanîn ku duh Çarşemê û piştî şerekî dijwar di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê, hêzên HSDê her sê gundên: Mihêmidiyê, Erd Zîr û Mecîd rizgar kirin.
Her wiha hat ragihandin ku ji encama şerê li her sê gundan 21 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û miqdarekî mezin ji çek û cebilxaneyê hatiye desteserkirin.