Bûyerpress
Amerîkayê ragihand ku ew ê di her çend rojên bê de daxwaza lidarxistina du civînan bike, yek jê ji Encumena Ewlehî re û yek jî ji Encumena Navneteyî ya Mafên Mirovan re, da ku rewşa xwepêşandanên Îranê bê gengeşekirin.
Bi rêya kongreyekî rojnamevanî, Nûnera Amerîka li Neteweyên Yekmbûyî Nikki Haley got ku divê Neteweyên Yekbûyî helwesta xwe aşkere bike û em ê daxwaza lidarxistina du civînan bikin.
Di axaftina xwe Haley tekezî li ser piştgîriya xwepêşanderên Îranî kir û got ku ev xwepêşandan bi awayekî jixweber li hemî bajarên Îranê derketine û tu têkiliya destêwerdanên derve jê nîne.