Bûyerpress
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEM, bi rêya daxuyaniyekê duh Sêşemê ragihand ku ew bi hemî şêweyên rewa, piştgîriya daxwazên gelên Îranê yên girêdayî guhertinên demoqratîk, dike.
Di daxuyaniya xwe de, Desteya Rêveber a TEV-DEMê got ku eger rêjîma Îranî gotin û kiryarên rêjîmên faşîzim bi kar bîne, dê rewşa Îranê ji ya Sûrî ne baştir be.
Her wiha TEV-DEMê tekezî li ser wê yekê kir ku divê li Îranê hemî pirsgirêkên heyî çareser bibin, û di serî de doza Kurdî.