Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk duh Sêşemê li gundewarê Dêra Zorê her du gundên Ebu Herdûb û Hey El-Neba’î ji dest çekdarên DAIŞê derxistin û bi temamî kontrol kirin.
Her du gundên navborî ku derdora 25 kîlomitreyan li başûrê bajarê Meyadînê ne, ji hêla hêzên HSDê ve hatin rizgarkirin û ji encama şerê ku li her du gundan rûda, 17 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Helmeta Bahoza Cizîrê derdora çar mehan e ku dest pê bûye û li gorî ku fermandarên HSDê dibêjin, êdî helmet ber bi dawî ve diçe.