Bûyerpress
Di nivîseke xwe de di malpera Diyarnameyê de, Cemîl Oguz ragihand ku di sala 2017’ê de li weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê û Tirikiyê, 171 pirtûkên Kurdî yên bi tîpên latînî hatine weşandin.
Li gorî ku Cemîl Oguz di nivîsa xwe de diyar kiriye, weşanxaneya ku di 2017’ê de herî zêde pirtûk weşandine, Weşanxanên J&Jyê ye ku 52 weşandine û di pê re Weşanên Lîsê ye ku 15 pirtûk weşandine.
Di heman lîsteyê de hatiye destnîşankirin ku nivîskarê herî zêde pirtûk weşandine, nivîskar û berhevkar Hîlmî Akyol e ku 13 pirtûk weşandine.