Kurdên Êzdî li çiyayê Şengalê xwe organîze dikin û niha hêzeke hezar kesî ya çekdarî pêkanîne û hevkariya Pêşmergeyên Kurdistanê dikin bo kontrolkirina qezayê.
Fermandeyê wê hêza Kurdên Êzdî Qasim Şeşo ji çiyayê Şingalê bi rêya telefonê ji BasNewsê re got: ‘’Me xwe bi tevahî organîze kiriye û biryara me ew e ku divê Şengalê ji destê terorîstên DAİŞ’ê derxînin.’‘
Şeşo wiha axifî: ‘’Niha çekdarên “Dai’ş” di nav navenda qezaya Şengalê de ne û şerê me yê ligel wan berdewam e, herwiha em bi biryar in û heta tevahiya qezayê ji wan çekdaran rizgar nekin ranawestin.’‘
Herwiha da zanîn ku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê jî ji aliyên din ve şerê çekdarên “Dai’ş” dikin û derbeyeke gelekî dijwar li wan dane û got: ‘’Çekdarên “Dai’ş”gelek term û otomobîl li pey xwe bicîh hiştine û reviyane.’‘