Neteweyên Yekbûyî (NY) ragehand ku ji encama êrîşa çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Da’iş bo ser navçeya Şengalê, nêzîk 80 hezar welatiyên Êzdî ji wê navçeyê derbeder bûne.
Roja 03.08.2014 çekdarên “Da’iş” avêtin ser bajarokê Şengalê û ew kontrol kirin, herwiha ji welatiyên Êzdî xwestin ku misilmanbûna xwe raghînin yan jî dê bên serjêkirin, lewma hejmareke zêde ji welatiyan koçber û derbeder bûn.
NY li Cenevre derbarê hejmara koçber û derbiderên welatiyên Êzdî de ragihand ku, berî niha nêzîka 308 hezar kes li Şengalê jiyan dikirin lê piştî girtina wî bajarokî ji aliyê “Da’iş” ve, nêzîka 50-53 hezar kes ji wan derbiderî 9 nevçeyan li derdora Şengalê bûne.
NY’ê diyar kir ku piraniya wan welatiyan li çiyayê Şengalê vehewiyane û proseya gihandina alîkariyên mirovî bo wan gelek zehmete. NY hişyarî ji rewşa mirovahî ya xirab li çiyayê Şengalê jî da û ragehand, raport di dest wan de hene ku zarok ji nebûna ava vexwerinê û xwarinê cane xwe ji dest didin.
Di vê derbarê de duh, Duşemê, Dezgeha Barzanî ya xêrxwazî barekî mezin ji alîkariyan gihande koçber û derbiderên Şingalê, herwiha hikûmeta Iraqê jî bi hevkariya NY alîkariyê mirovî bi riya balafirên leşkerî gihandin welatiyên Êzdî li çiyayê Şingalê.
Ji aliyek din ve NY diyar kir ku nêzîka 30 hezar welatiyên din ên Şengalê gihana Herêma Kurdistanê û li parêzgeha Dihokê bi cih bûne, herwiha neveşart ku dê ev hejmar di rojên bê de zêde bibe.
Û hêjayî gotinê ye ku bi sedan xelkên devera Şingalê, derbasî rojavayê kurdostanê bûn, û ji deriyê Til Koçerê ew bi aramî gihandin deriyê Sêmalka, û gelek alîkarî ji hêla Asayîşa rojava û hemwelatiyên rojava ve jî pêşwazî wan bûn..