Yekîneyên Paratsina Gel (YPG) ragehand ku di şerê hêzên wan ligel çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) de li navçeya Rebîe, 5 şervanên wan şehîd bûne.
Navenda Ragehandina YPG, di daxuyaniyekê de ragihand ku, li navçeya Rebîe ya hevsînor di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, hêzên wan mile bi milê Hêzên Pêşmerge şerê DAÎŞ’ê bi mêrxasî kirin.
Li gor daxuyaniya navendê, di wî şerî de 5 şervanên YPG bi navê: Ezîz Mihemed Şerîf, Ebdulezîz Fetah, Ednan Ehmed, Diyar Ehmed û Mihyedîn Amed di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûne.
Duh, 04.08.2014, Hêzên Pêşermge ragihand ku wan bi temamî dest danî ser bajarokê Rebîe û deriyê sînorî yê Rebîe di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de û çekdarên DAÎŞ’ê ji wê navçeyê derxistine.