Bûyerpress
Ragihandina Hikûmeta Îranê îro Sêşemê ragihand ku di xwepêşandanên duh Duşemê de 9 kes hatine kuştin, bi vê yekê hejmara kuştiyan dibe 24 kuştî, di nava wan de 4 polîs.
Ji beriya hefteyekê yekem xwepêşandan li bajarê Meşhedê li dar ket û îro jî li 40 bajarên Îranê xwepêşandan li dar in, di nava wan de li Tehrana Paytext jî xwepêşandan bi rê ve diçin.
Der heqê xwepêşandanên ku aniha li dar in de, 4 partiyên Kurdî yên Rojhilata Kurdistanê amadekariyên xwe nîşan dane, ku li dij rêjîma Îranê serî kar bikin.