Bûyerpress
Televizyona fermî ya rêjîma Sûrî ragihand ku Serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed biryarnameyek belav kiriye, tê de her sê Wezîrên Berevanî, Pîşesazî û Ragihandinê guhertine.
Televizyona Sûrî duh Duşemê ragihand ku Elî Ebdela Eyûb bûye Wezîrê Berevaniyê, Mihemed Mazin bûye Wezîrê Pîşesaziyê û Îmad Sara bûye Wezîrê ragihandinê.
Li gorî hin jêderan, rakirina her sê wezîrên berê ji ser karê wan, ji ber hin sedemên sextekarî bû.