Bûyerpress
Hat ragihandin ku Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî YPGê, li devera Dêra Zorê “Hisên Bilêbil Ebu El-Welîd” ku fermandarekî DAIŞê ye kuştine, ku wî bi xwe pîlana Teqîna Qamişlo ya 2016’ê danîbû û ferman ji bal wî derketibû.
Yekîneyên Parastina Gel bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ew kesê bi navê Ebu El-Welîd pîlana Teqîna Qamişlo ya li taxa Xerbî danîbû ku bi rêya wê teqînê bi dehan ji xelkê deverê şehîd bûn.
Di daxuyaniya xwe de, YPGê got ku zêdetir ji salekê ye ku ew li pê şopa Ebu El-Welîd in, hetanî ku aniha ew li Dêra Zorê kuştine.