Bûyerpress
Duh Duşemê û bi rêya daxuyaniyekê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava encamên xebata sala 2017’ê aşkere kir û da zanîn ku di 2017’ê de rêjeya endamên Asayîşê bi qasî 40% zêde bûye û rêjeya endamên Trafîkê bi qasî 47% zêde bûye.
Ji aliyekî din ve Hêzên Asayîşê wekî amareke fermî ji hejmara tawanan re rêz kir û hat xuyakirin ku di 2017’ê de 612 tawanên diziyê û 62 tawanên kuştinê rûdane.
Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya Asayîşê ragihand ku di sala 2017’ê de 48 endamên Asayîşê şehîd bûne û zêdetir ji 80 endamî birîndar bûne.